Kanûn 25, 2021 14:13 Asia/Tehran
  • Mudaxilya Tirkiyê di warê hilbijartinên Lîbyayê de

Hikûmeta Tirkiyê ku mudaxileya li karûbarên Lîbyayê mafê xwe dizane, tekezî li ser pêwîstiya lidarketina hilbijartinên Lîbyayê kir

Li gor nûçeya malpera TRTê. Wezareta Derve ya Tirkiyê li ser paşdaketina hilbijartinên giştî yên Lîbyayê daxuyaniyek da û tê de hilbijartin wek xaleke girîng di pêvajoya veguhêz li Lîbyayê bi nav kir.

Wezareta Derve ya Tirkiyê herwiha tekezî li ser pêwîstiya parastina aramiyê li qada lîbyayê kir û diyar kir ku bi fermî naskirina encamên hilbijartinên pêşerojê yên Lîbyayê ji aliyê hemû aliyan ve gelekî girîng e.

Her ku hilbijartinên Lîbyayê nêzîk dibin, nakokiyên li ser roja (24ê Kanûnê) gihîştine asta herî bilind û hinek tekezî li ser lidarxistina wê dikin û di wê baweriyê de ne ku ev kiryar dê bibe sedema hevgirtina neteweyî û nehilweşîna destkeftên siyasî-ewlehî.Tirkiye jî ji bo parastina berjewendiyên xwe yên li Deryaya Spî û Bakurê Afrîqayê ji ber ku krîz li Lîbyayê zêde dibe, bi awayekî cidî di karûbarê vî welatî de destwerdanê dike û piştgiriyê dide hikûmeta "Fayiz El-Sirac". Ev mudaxileyên Tirkiyê bû sedem ku Parlamenta Lîbyayê (li Tebruqê) bi yekdengî deng da ku Lîbya divê têkiliyên xwe bi Tirkiyê re qut bik.

Serepeyv