Kanûn 22, 2021 09:26 Asia/Tehran
  • Li Şirnexê, Cotkar û esnaf tev de ji ber maliyetan bi gilî û gazinc in

Cotkarên ku ji ber krîza aborî û zêdebûna mesrefan zehmetiyê dikişînin, diyar kirin ku êdî nikarin hilberandinê bikin û esnafên ku berên çandiniyê difiroşin jî ji ber bihabûna fiyetan nerazîbûna xwe nîşan dan.

Li gorî rapora Mezopotamyayê (MA), 'Omer Akin' nivîsiye: Li gor daneyên Midûriyeta Çandiniyê ya Şirnexê, li bajêr milyon û 543 hezar dejar erdê çandiniyê heye, lê belê ji ber polîtîkayên "ewlehiyê" tenê li beşeke pir hindik çandinî tê kirin. Li herêmê ji ber qedexekirina zozanan û di salên 90'an de valakirina gundan, bi hezaran mirov koç kirine. Li deverên ku çandinî tê kirin jî ji ber krîza aborî û zêdebûna mesrefan welatî nikarin çandiniyê bikin.

 Li navçeya Silopiya ya Şirnexê cotkar, endezyarên çandiniyê û kargehên dermanên çandiniyê difiroşin ji ber krîza aborî û zêdebûna mesrefan nikarin kar bikin. 

Endezyarê çandiniyê Halît Kaya anî ziman ku ji ber guherandina avhewayê û hişkesaliyê û zêdebûna mesrefan çandinî kêm bûye. Kaya, diyar kir ku par tona gubre bi 3 hezar lîreyî bûye lê îsal bûye 10 hezar lîre û got: "ZÊdebûna dolar maliyet zêdekirin. Ev yek bandorek nebaş li cotkaran kir. Cotkar nikarin tiştekî bsitînin. Desteka ku dewlet dide jî têra pêdiviyên cotkaran nake. Ger wisa bidome dê hêza hilberandinê ya cotkaran kêmtir bibe." 

'COTKARÎ NAYÊ KIRIN'

 Kaya, got: "Cotkar ji ber maliyetê nikarin çandiniyê bikin Her diçe qada çandiniyê bêtir teng dibe. Li herêma me divê çandinî li gor beran bê kirin. DIvê dewlet li gor beran destekê bide û destek bê zêdekirin."

 FABRÎKEYAN FIROTINA DERMANAN DA SEKINANDIN

 Mehmet Soysal (38) ku dermanên çandiniyê û tocan difiroşe, anî ziman ku 15 sal in vî karî dike lê tu xarî rewşeke wisa xirab nediye. Soysal, destnîşan kir ku dermanê ku par bi 50 TL'yî difiro îsal bi 100 TL'yî difiroşe û got: "Fiyetê tovan jî bi zemên nû re firiyan. Par me 50 kîlo gubre bi 120 TL'yî difirot, lê niha bûye 450 TL. Rewşa hemû berên çandiniyê ev e. Ji ber ku fabrîkeyan firotina dermanan da sekinandin li cem me jî nemane. Em bi şev radizên, serê sibê em dibînin ku fiyet guherîne. Êdî em nikarin bersiva cotkaran bidin." 

Soysal, destnîşan kir ku ger wisa biçe dê çandinî nemîne û xwest demildest çareyek bê peydekirin. 

JI SEDÎ SED ZÊDE BÛ

 Cotkar Lokman Oflas (28) ku fisteqan diçîne anî ziman ku par hezar û 400 donim erd çandiye lê bi zorê heqê maliyetê bi dest xistiye. Oflas, diyar kir ku îsal jî bi hêviya ku "belkî qezenc bikim" çandinî kiriye, lê heger wekî par be dê top bavêje. Oflas, bilêv kir ku îsal 2 hezar û 400 donim erd îcare kiriye û serê donimê 700 TL kirê daye û got: "Serê donimê 3 lître mazot diçe. TEvî heqê ajokarê traktorê maliyeta rojane 600 TL ye. Gava em vana hemûyan ehsab bikin serê donimê 50-60 TL heqê ajotinê ye. Par 30 TL bû." 

‘WISA BIÇE EZ Ê HER TIŞTÎ BIFIROŞIM'

 Oflas, anî ziman ku mesrefê ajotina donimekê 121 TL ye û got: "Her roj hîn bêtir zêde dibe. Em fisteqan diçînin. Par me kîloya wan i 10 lîreyan difirotî lê îsal me bi 7'an da. Fiyetê fisteqan erzan dibe, lê maliyet ji sedî sed biha dibin. Em ê îsal jî biceribînin. Lê ger fiyet erzan be û maliyet jî zêde be em ê îflas bikin. Par me bi zorê mesrefê xwe derxist. Îsal jî bi hêviya ku fiyet biha em ê biçînin. Heger îsal jî wekî par be ez ê her tiştê xwe bfiroşim." 

Oflas, destnîşan kir ku wer xuya ye dê krîza aborî kûrtir bibe. 

 

Serepeyv