Kanûn 14, 2021 13:41 Asia/Tehran
  •  Wezîrê Derve yê Tirkiyê serdana Îmaratê kir

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu di çarçoveya serdaneke fermî de çû Îmaratê.

Li gorî rapora Rûdawê, Li gor medyaya fermî ya Tirkiyê, Mevlut Çavuşoglu li ser vexwendina Wezîrê Derve yê Îmaratê Şêx Abdullah Bin Zayid Al Nehyan, îro serdana Îmaratê kiriye.

Tê payîn ku Çavuşoglu bi Wezîrê Derve yê Îmaratê û rayedarên din ên pilebilind ên Îmaratê re hevdîtinên dualî bike.

Piştî hevdîtinan tê plankirin ku Çavuşoglu li Dubai Expo 2020î serdana karsazên Tirkiyê jî bike.

Wezareta Derva ya Tirkiyê derbarê serdana Çavuşoglu bo Îmaratê de ragihandiye, “Li ser vexwendina Wezîrê Derve Şêx Abdullah Bin Zayed Al Nehyan, Wezîrê Derv dê di 13-15ê Kanûna 2021an de serdana Mîrektiyên Yekbûyî yên Erebî (Îmarat) bike.”

Biryar e di hevdîtinên xwe de, Çavuşoglu li gel berpirsên Îmaratê dê têkiliyên dualî di warên cuda de gotûbêj bike û li ser mijarên herêmî û navneteweyî dê nêrînên xwe parve bikin.

 

 

Serepeyv