Kanûn 11, 2021 23:37 Asia/Tehran
  •  Demirtaş xelata mafên mirovan wergirt

Xelata Mafên Mirovan a Weimarê ya sala 2021’an pêşkêşî Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş hat kirin. Birayê Selahattîn Demîrtaş, Suleyman Demîrtaş ku li ser navê Demîrtaş hatibû Weimarê xelatê wergirt.

Li gorî rapora Rûdawê, Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye, ji bo merasîma ku li Weimarê hat lidarxistin, ji ber piştgiriya ku di dema girtina wî ya 5 salan de ji Almanya û ji hemû cîhanê re spasiya xwe pêşkêş kir.

Şaredarê Weîmarê Peter Kleine di merasîmê de axaftinek kir û diyar kir ku Demîrtaş ji ber xebatên xwe yên ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, demokratîkbûn, azadiya bawerî û wekheviya gelan a li Tirkiyeyê di warê ziman, çand û wekheviya siyasi de hêjayî xelatê hatiye dîtin.

Di daxuyaniya Encumena Şaredariya Weimarê ya der barê xelatê de hat diyarkirin ku Selahattîn Demîrtaş ê 48 salî ji sala 2016’an û vir ve bê sûc di girtîgehê de tê girtin.

Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin ku girtina Demîrtaş ne li ser bingeheke hiqûqî ye û wiha hat ragihandin: “Tevî ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di salên 2018 û 2020’an de daxwaza berdana Demîrtaş kiribû jî, ku bi daxwaza 142 sal ceza di girtîgehê de ye."

Wezîra Çandê yê Almanyayê Roth jî beşdarî merasîma xelatdayînê bû.

Wezîra Çand û Ragihandinê ya Dewletê ya Almanyayê Claudia Roth jî di merasîmê de axaftinek kir.

Roth di axavtina xwe de destnîşan kir ku Demîrtaş siyasetmedar, parêzvanê mafên mirovan û demokratekî xwedî helwesteke 'wêrek, dilgerm û jîr' e û diyar kir ku Demîrtaş weke hêviyeke demokratîkbûna Tirkiyeyê dibînin.

Siyasetmedarên Partiya Keskan daxwaz ji Suleyman Demirtaş kirin ku ji Selahattin Demirtaş re ragihîne ku wan ew ji bîr nekirine û piştgiriya wî berdewam dikin.

Demîrtaş: Li ser navê HDP'yiyên di girtîgehê de vê xelatê distînim

Demîrtaş di peyama xwe ya ji bo merasîma xelatdayînê de diyar kir ku ew nikarin bên û got ku ew li ser navê hemû HDP'yiyan xelat werdigre.

Demîrtaş di peyama xwe de wiha dibêje:

“Ji Girtîgeha Edîrneyê ji hemû kesên ku di merasîma Xelata Mafên Mirovan a Weîmarê de hatin cem hev silavên germ.

Ji ber ku Encûmena Bajarê Weimar min ji bo xelata 2021 hilbijart û Komeleya Gelên Di Xetereyê de min ji bo xelatê pêşniyar kir spasiya an dikim.

Ji ber ku ez beriya jiyana xwe ya siyasî li Komeleya Mafên Mirovan li Tirkiyeyê di warê mafên mirovan de xebitîm, ev xelat ji bo min xwedî wateyeke gelek taybet e.

Li ser navê Fîgen Yuksekdag a ku bi min re di heman rojê de hat binçavkirin û girtin û hemû HDP’yiyên li girtîgehan ez vê xelata bi îmtiyaz qebûl dikim.

Ez bi xwe nikarim rasterast xelatê wergirim, ji ber ku wek hûn jî dizanin, tevî biryarên misoger yên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, zêdeyî 5 sal in ez di girtîgehê de me.

Di vê demê de ez spasiya hemû kesên ku li Elmanya, Ewropa û çar aliyê cîhanê bi min û hevalên min ên di girtihan de re bûn, spas dikim û silavên xwe radigihînim.

Dixwazim ne tenê ji bo welatê me, ji bo Ewropayê jî bi hêviya di rojên xweş de bi hev re bin, careke din spasiya we dikim û silav û hezkirinên xwe ji her kesî re radigihînim.”

Komeleya Gelên Di Xetereyê de (GfbV) ku navenda wê li bajarê Gottingenê ya Almanyayê ye û ji bo mafên hindikayiyan diparêze, Demîrtaş ji bo xelatê namzet nîşan da. Encumena Şaredariya Weimarê jî di civîna xwe ya 21ê Tîrmeha 2021ê de biryar da ku xelatê bide Demîrtaş.

Di sala 1998'an de Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê û parêzer Meral Daniş Beştaş a ji Tirkiyeyê hêjayî xelatê hat dîtin.

Xelat her sal di 10ê Berfenbarê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê de tê dayîn.

 

 

Serepeyv