Kanûn 10, 2021 18:56 Asia/Tehran
  •  Derbarê Sûra Amedê de hişyarî hat dayîn

Hevserokê Jûra Avahîsazan a şaxa Amedê Ferît Kahraman derbarê Sûra Amedê de ragihand ku proseya nûjenkirina wê navçeya şûnwarî ya Amedê şefaf birêve naçe û ew navçeya şûnwarî jinav diçe.

Li gorî rapora Rûdawê, Endamên şaxa Amedê ya Yekîtiya Jûrên Endazyar û Avahîsazên Tirk (TMOBB) derbarê proseya nûjenkirina Sûra Amedê de li wê navçeyê daxuyaniyek dan û nerazîbûna xwe nîşan dan.

Hevserokê Jûra Avahîsazan a şaxa Amedê Ferît Kahraman daxuyanî xwend û li ser jinavçûna kelepûra şûnwarên Sûra Amedê da.

Ferît Kahraman daxwaz ji aliyên peywendîdar kir ku karê li ser nûjenkirina cihên şûnwarî de rabigirin û li gorî standertên navdewletî kar bikin.

Ferît Kahraman amaje bi wê kir ku piştî 6 salan rê bi wan hat dayin ku serdana beşeka Sûra Amedê bikin  bo ku ji nêzîk ve agahdarî rewşa nûjenkirinê bibin.

Hevserokê Jûra Avahîsazan a şaxa Amedê tekez kir ku zilmeke mezin li wî cihê dîrokî û şûnwarî tê kirin.

Li gor Hevserokê Jûra Avahîsazan a şaxa Amedê beşeke zêde ya karê nûjenkirinê ji aliyê 6 kompanyayan ve tê birêvebirin û giringiyeke zêde bi aliyê bazirganiyê hatiye dan.

Ferît Kahraman tekez kir ku di proseya nûjenkirinê de reseniya Sûrê ku navçeyeke şûnwarî ye, li ber çav nehatiye girtin, amadekarî û lêkolînên temam nehatine kirin, jêrxane xelet hatiye çêkirin û diyar kir ku hesasiyeta pêwîst ji bo parastina çûnwarên ser erd û bin erd ên wê navçeya dîrokî nayê nîşandan.

Hevserokê Jûra Avahîsazan a şaxa Amedê di dewama daxuyaniya xwe de daxwaz kir ku ev proseya nûjenkirinê ku dibe sedema jinavçûna reseniya Sûrê bê rawestandin û proseyeke din li gor standartên navdewletî bê birêve birin.

 

 

Serepeyv