Serokomarê Tirkiyê ji bo hevdîtina tev rayedarên Qeterê gihîşte Dûhayê
Kanûn 06, 2021 23:07 Asia/Tehran
Receb Teyib Erdoxan serokomarê Tirkiyê roja Duşemiyê di serê taximekê da ji bo beşdariya di civîna Komîteya Bilind a Stratejîk a vî welatî û Qeterê derbasî Dûhayê bû.
Li gorî rapora IRNAyê, Erdoxan li ser vexwendina Şêx Temîm Bin Hemed Alê Sanî, mîrê Qeterê ji bo beşdariya di heftemîn Komîteya Bilind a Stratejîk a du welatan derbasî Dûhayê bû û li balefirgeha navneteweyî ya Hemedê, ji aliyê rayedarên qeterî va hat pêşwazîkirin.
Li gorî ragihandina medyayan, serdana Erdoxan dê bi asî 2 rojan be.