Beşa geştyariyê ya Tirkiyê nikare deynên xwe bide
Pandemiya Koronayê û agirpêketina li daristanên Tirkiyê bûne sebeb ku beşa geştyariyê ya vî welatî hema wisa nekare deynên xwe bo bank û enistîtûyên aborîyê vegerîne.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Li gorî amarên ragihandî, deyna beşa geştyariyê ya Tirkiyê pêkhatî ji beşên hotêl, xwaringeh û beşên din ên têkildar di du mehên borî da bi qasî 1.4 miliyar lîre beranberî 140 miliyon dolar zêde bye.
Li gorî van agahiyan, deynên venegrandî yên vê beşê ji 6.6 miliyar lîreyî di Tebaxê da gihîşte 7.6 miliyar lîreyî di meha Îlonê û 8 miliyar lîreyî di meha Cotmehê da ku 5.7 miliyar taybetî beşa hotêlan e.
Geştyariya Tirkiyê ku wek Lokomotîva aboriya Tirkiyê dihat zanîn û zêdetirîn derhata vî welatî pêk dianî, bi destpêbûna panddemiya cîhanî ya Koronayê û qerentîneyên demdirêj û betalkirina gerrên navxweyî û derveyî derbasî serdemeke qeyranî bû.