Erdhejeke bi hêza 4.9 pile Tuşbaya Wanê hejand
Erdhejeke bi hêza 4.9 pile bajarokê Tuşbayê ser bi parêzgeha Wanê ya Tirkiyê hejand. Li gor agahiyên hatine belavkirin heta niha ti zerar û ziyan nînin lê welatî ji tirsa derketin derve û agir pêxistin.
Li gorî rapora Rûdawê, Li gor daxuyaniya Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD), îro Sêşemî, 6ê Kanûna 2021ê, demjimêr 00:46 deqe erdhejeke bi hêza 4.9 pile li bajarokê Tuşbayê ser bi parêzgeha Wanê hatiye tomarkirin.
Li gor malpera AFADê, erdhej bi kurahiya 7,62 kîlometre çêbûye. Waliyê Wanê Mehmet Emin Bilmez jî ragihand ku li gor zanyariyên destpêkê di erdheja bi hêza 4.9 pile ya bajarokê Tuşbayê de ti zerar û ziyan çênebûne.
Bilmez da zanîn ku tîmên Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez, cendirme û 112 li herêmê li ser lêkolînên xwe berdewam in û got: “Heta niha li gor zanyariyên gehiştine me ti
rewşeke nerênî nîne.”
Li aliyê din li gor daxuyaniya Saziya Kandilli ya Çavdêrîkirina Erdhejan, hêza erdheja bajarokê Tuşbaya Wanê 5.0 pile bûye. Piştî erdhejê welatî derketin ji malên xwe derketin derve û agir pêxistin.