Kanûn 04, 2021 09:25 Asia/Tehran
  •  ​​​​​​​Konseya Ewropayê ceza li dewleta Tirkiyê birî

Konseya Ewropayê duh ji ber bernedana karsaz Osman Kavala ceza li dewleta Tirkiyê birî.

Konseya Ewropayê duh ragihand ku piştî dewleta Tirkiyê qebûl nekir karsazê muxalif Osman Kavala serbest were berdan, biryarek li dijî Tirkiyê daye.

Li gorî daxuyaniya konseyê, piştî ku dewleta Tirkiyê biryara Dadgeha Ewropayê ya 2019`an pêk neaniye, Konseya Ewropayê ev gav erê kir.

Ev yek li gel zêdebûna metirsiyan têkildarî binpêkirinên mafên mirovan li Tirkiyê pêk tê. Ev cara duyemîn e ku Konseya Ewropayê biryareke wiha li dijî 47 welatên endamên xwe dide. Cara yekemîn sala 2017`an li dijî komara Azerbaycanê biryareke bi heman rengî ji ber girtina muxalîfekî hatibû dayîn.

Serepeyv