Kanûn 03, 2021 17:16 Asia/Tehran
  •  Konseya Ewropayê daxwaza azadkirina Demîrtaş kir

Konseya Ewropayê bang li Tirkiyê kir ku Hevserokê Berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş bê berdan.

Li gorî rapora Rûdawê, Civîna Desteya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya bo pişkînînên cîbicîkirina biryarên Dadgeha Ewropayê bi dawî hat.

Benan Bolu ku yek ji parêzerên Hevserokê Berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş e li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek belav kir û dibêje, “Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji ber ku biryara Dadgeha Ewropayê ya derbarê Osman Kavala de cîbicî nekir, biryar da derbarê Tirkiyê de pêvajoya binpêkirinê bide destpêkirin. Di çarçoveya biryarê de dibe bi ser Tirkiyê de ceza bên sepandin û daxwaz ji Tirkiyê hate kirin heta 19ê Çileya 2022an bersivekê bide Konseya Ewropayê.

 

Komîteya Wezîran derbarê Selahattin Demirtaş jî biryareke navberî da û plana çalakiyê ya ku hikûmetê pêşkêş kiribû nirxand û daxwaz ji Tirkiyê kir ku Demirtaş zû bê berdan.”

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di civînên xwe yên di navbera 29ê Mijdarê û 2ê Kanûna 2021ê de mijara azadbûna Osman Kavala û Selahattin Demirtaş jî xiste rojevê û  ji ber biryara Dadgeha Ewropayê ya derbarê Osman Kavala de cîbicî nekir biryar da derbarê Tirkiyê de pêvajoya binpêkirinê bide destpêkirin. Di çarçoveya biryarê de dibe bi ser Tirkiyê de ceza bên sepandin.

Selahattin Demirtaş ji 4ê Mijdara 2016an ve li Girtîgeha Tîpa F ya bajarê Edirneyê girtî ye.

Doza Karsaz û Çalakvanê tirk Osman Kavala jî ku ji sala 2017an ve ji ber “çalakiyên Parka Geziyê” li girtîgeha Silivriyê girtî ye  dê 17ê Çileya 2022ê bê dîtin.

 

 

Serepeyv