Kanûn 03, 2021 16:41 Asia/Tehran
  •   Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê Tirkiye ceza kir

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryar da ku mafê Hevserokê berê yê Şaredariya Dersîmê Mehmet Ali Bul hatiye binpêkirin û Tirkiye bi 8 hezar Euro ceza kir.

Li gorî rapora Rûdawê, Derbarê bûyerê de parêzerê Mehmet Ali Bul daxuyaniyek da û dibêje: “Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê derbarê girtina ne heq ya Hevserokê Şaredariya Dersîmê Mehmet Ali Bul ku 2016an hatibû girtin û li cihê wî qeyyûm hatibû da danîn biryar da û Tirkiye bi 8 hezar Euro ceza kir. Bi vê biryarê hat pesendkirin ku bi awayekî girtî darizandina  Mehmet Ali Bul ne li gor hiqûqê bû.”

Hevserokê Şaredariya Dersîmê yê wê demê Mehmet Ali Bul 16ê Mijdara 2016an di encama operasyonekê de hatibû desteserkirin û ji aliyê dadgehê ve biryara girtina wî hatibû dayîn.

Li cihê wî Alîkarê Walî Olgun Oner wek Wekîlê Serok hatibû erkdarkirin.

Serepeyv