Kanûn 02, 2021 15:09 Asia/Tehran
  • Rayedarên leşkerî yên Iraq û Tirkiyê şêwirîn

Serokê Erkantiya giştî ya Artêşa Tirkiyê di peywendiya telefonî tev hevpîşeyê xwe yê iraqî derbarê alûgorên navçeyî û hebûna hêzên Tirkiyê li nav axa Iraqê pê ra şêwirî.

Li gorî rapora Anatoliyê, Gotûbêja telefonî ya Yaşar Guler, Serokê Erkantiya giştî ya Artêşa Tirkiyê tev Evdilemîr Yarellah di halekî da ye ku rayedarên Bexdayê û rêberên tevgerên siyasî bi caran nerazîtiya xwe ji operasiyona neqanûnî ya artêşa Tirkiyê bi behaneya şerê dijî PKKê ragihandiye.

Ji bilî vê yekê, Konseya wezîran a Yekîtiya Ereban jî di civîna 9ê Îlona 2021ê ketina leşkerî ya Tirkiyê nav axa hin welatên erebî ji wan Sûriye û Iraqê şermezar kir.

 

 

Serepeyv