Mijdar 30, 2021 13:58 Asia/Tehran
  • Erdhejê rojavayê Tirkiyê hejand

Li parêzgeha Îzmîrê ya rojavayê Tirkiyê, erdhejek bi pileya 5.1 rîşteran herêm hejand.

Li gorî IRIB Newsê, Erdhejeke bi hêza 5.1 pileya Rîşterê parêzgeha Izmîrê ya Tirkiyê hejand. Li gor daxuyaniya Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD), saet 07:00ê serê sibeha îro Sêşembê 30ê Mijdara 2021ê, erdhejeke bi hêza 5.1 rîşterê li peravên bajarokê Urla ser bi parêzgeha Izmîrê li Deryaya Ege hatiye tomarkirin.

Li gor malpera AFADê, erdhej bi kurahiya 3.97 kîlometre ji asta deryayê û 56.18 kîlometre dûrî navenda bajarokê Urla yê Izmîrê çêbûye.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez ragihandiye ku heta niha derbarê zerar û ziyanên erdhejê de ti zanyariyek negihiştiye wan.

Waliyê Îzmîrê Yavuz Selim Koşger jî got: “Heta niha ji ber erdhejê ti ziyan û xisareke canî û malî çênebûye.

Li aliyekî din Saziya Kandilli ya Çavdêrîkirina Erdhejan derbarê heman erdhejê de ragihand ku hêza erdhejê 5.3 pile bûye û bi kurahiya 4.6 kîlometre li ser asta deryayê çêbûye.

Serepeyv