Mijdar 29, 2021 16:07 Asia/Tehran
  • Qeyrana aboriyê tîtra pirraniya rojnameyên Tirkiyê yên îro bû

Qeyrana aboriyê û dûhatên wê di roja duşemiyê da tîtra sereke ya pirraniya rojnameyên Tirkiyê bû.

Li gorî rapora tasnim Newsê, Tevî ragihandina nûçeyên têkildarî beşdariya Receb Teyib Erdoxan di civîna ECO'yê daû  axaftinên wî, qeyrana aboriyê hema wisa ji tîtrên sereke yên rojnameyên roja duşemiyê yên Tirkiyê bûn.

Rojnameya Sozcûyê jordaçûna bihayê nên wek raporeke xwe ya herî sereke ya îro bijart û nivîsî: "Rêza dirêj ji bo kirrîna nanê erzan".

Rojnameya Miliyetê di raporekê da bi sernavê "Damezirandina Teavoniyên jinan", kiryareke pêkhatî ji bo kontrolkirina bihayê nên vekoland.

Kovara Milî Gazateyê di raporeke bi sernavê "Heta nikarin nîv kîlo goşt bikirrin", belengaztirbûna gel wek mijara rapora xwe bijart.

Rojnameya Yenî Çaxê bal kişande ser nîgeraniya herî sereke ya gelê Tirkiyê û sernavê "Rêzên dirêj ji bo kirrîna nanê erzan" ji bo rapora xwe bijart.

Vê kovarê di raporeke din a bi sernavê "Gel muhtacî rêza nên bûye" da careke din ev mijar hilêxist.

Rojnameya Yenî Asyayê du raporên xwe derbarê rewşa aboriya bêserûber a Tirkiyê û bandora vê qeyranê li ser rewşa cotkaran bi sernavên "Tirkiye nêzik e têk biçe" û "Pişta cotkaran şikest" weşandin.

 

Serepeyv