Mijdar 28, 2021 23:25 Asia/Tehran
  • Rayedarên Tirkiye û Pakistanê li Eşq Avayê civiyan

Serokomarên Tirkiye û Pakistanê li kêleka civîna serokên Rêxistina Hevkariyên Aboriyê (ECO) li Eşq Avayê civiyan.

Li gorî rapora ajansa Anatoliyê, Hevdîtina Receb Teyib Erdoxan serokomarê Tirkiyê û Arif Elewî serokomarê Pakistanê li paş deriyên girtî û bêyî hebûna nûçegihanan bi qasî 45 deqîqeyan hat lidarxistin.

Ajansa Anatoliyê hûrgiliyên zêdetir ji vê civînê neweşandine.

Beriya vêya jî serokomarê Tirkiyê di gel hevpîşeyên xwe yên îranî û tacîk li Eşq Avayê civiyabû.

Rêxistina Hevkariyên Aboriyê (ECO) rêxistineke navçeyî ye ku sala 1985an ji aliyê Îran, Pakistan û Tirkiyê va bi armanca pêşxistina hevkariyên aborî, teknîkî û çandî navbera welatên endam hat damezirandin.

Îran, Pakistan, Tirkiye, Efxanistan, Komara Azerbaycanê, Qezaqistan, Qirqîzistan, Tacîkistan, Tirkmenistan û Uzbekistan, 10 welatên endamê Rêxistina Hevkariyên Aboriyê (ECO) ne.

 

Serepeyv