Mijdar 28, 2021 09:22 Asia/Tehran
  • Tirkiye dronên leşkerî difiroşe Qezaqistanê

Rayedarên Qezaqistanê lihevkirinameya kirrîna dronên leşkerî yên Qoqnûsê yên Tirkiyê di gel berpirsên vî welatî wajo kir.

Li gorî rapora ajansa Anatoliyê, Kompaniya pîşeyên Hewa-Feza ya Tirkiyê ji niha û pê va dronên leşkerî yên Qoqnûsê heta sala 2023an ji bo şerên bejahî yên artêşa Qezaqistanê dê radestî Wezareta berevaniyê ya vî welatî bike.

Tirkiyê beriya niha jî dronên pêşketî yên nifşa nû dabûn Ukraynê ku tûşî berteka Rûsiyê bû û Dmîtrî Pêskov Berdevkê Koşka Krêmlînê derbarê dûhatên nerênî yên vê kiryarên, Enqere hişyar kir.

Pêskov di vî warî da got: Mosko bi tu awayî naxwaze ku çekên ku Tirkiye firotine Ukraynê, li dijî dijberên ddewleta Kiyêvê li rojhilatê Ukraynê bên bikaranîn.

 

Serepeyv