Li Wanê erd hejiya
Mijdar 27, 2021 10:15 Asia/Tehran
Li navçeya Muradiyê ya Wanê li başûrê rojhilatê Tirkiyê erd hejiya.
Erdheja bi hêza 4.2 Rîşteran a ku serê sibê rû da, bû sedem ku tirs bikeve nava xelkê.
Rewangeha Kandilli ragihand, erdhej di saet 06.59an de li navçeya Muradiye ya Wanê rû daye û hêza wê 4.2 rîşter bû.
Li aliyê din Rêvebirina Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) diyar kir, hêza erdhejê li Muradiyê 3.9 bû û kûrahiya wê jî 9.13 kîlometre di binê erdê de bû.
Roja 22 vê mehê jî, li navçeya Koprukoy a ser bi parêzgeha kurdnişîn a Erziromê bi hêza 4.7 pile erd hejiyabû.