Li Tirkiyê firotina berhemên Apple hat rawestandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i330274-li_tirkiyê_firotina_berhemên_apple_hat_rawestandin
Kompanya Apple ragihand ku ji ber daketina nirxê lîreyê Tirkiyê dê firotina berhemên xwe yên li vî welêt rawestîne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 26, 2021 11:36 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê firotina berhemên Apple hat rawestandin

Kompanya Apple ragihand ku ji ber daketina nirxê lîreyê Tirkiyê dê firotina berhemên xwe yên li vî welêt rawestîne.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, Apple jî ragihand ku divê nirxê berhemên vê kompaniyê li Tirkiyê biguhere.

Lê belê bikarhênerên tirkiyeyî nikarin li ser malpera firotina Apple ya li vî welatî daxwaza kirînê bidin û xwazyarê kirina her berhemeke Appleê di bersiva daxwaza xwe de hevoka "Ev Berhem Nemaye" dibînein.

Ji ber ku nirxê kirîna berhemên Apple li Tirkiyê bac û bêşa zêde dihewîne, bihayê wan li gorî bazara Amerîkayê ji bo bikarhêneran zêdetir e.

Nirxê lîreyê Tirkî li hember dolar berdewam daket û herî dawiyê her dolareke amerîkî gihêşt 13,5 lîreyên tirkî.

Lîreyê Tirk ji serê sala 2021’an heta niha ji sedî 40 daketiye û tenê di 10 rojên dawî de ji sedî 19 daketiye.