Mijdar 21, 2021 16:43 Asia/Tehran
  • Tirkiye ji gotinên Wezîrê Derve yê Yewnanîstanê aciz bûye

Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê gotinên Wezîrê Derve yê Yewnanîstanê Nîkos Dendias red kir ku siyasetên Enqerê sebeba bê îstiqraî û bê ewlehiyê li herêmê dabû zanîn.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Sputnikê, Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Tirkiyê Tanjû Bîlgîç got: Hemû hewldanên Yewnanîstanê ji bo avakirina koalîsyonek dijî Enqerê ye.

Wezîrê Derve yê Yewnanîstanê Nikos Dendias beriya niha Tirkiye bi wê yekê tawanbar kiribû ku li herêmê bûye çavkaniya bê îstîqrarî û bê ewlehiyê û penaxwazan weke amûrek ji bo zexta jeopolîtîk bikar tîne.

Tirkiye û Yewnanîstan li ser rojhilatê Deryaya Spî, qada hewayî, enerjî, giravên deryaya Egeyê û Qibrisê nakok in û vê dawîyê gava Enqerê ya şandina keştiyên lêgerîna petrolê ji bo rojhilatê Derya Spî, Yewnanîstan hêrs kiriye.

Serepeyv