Mijdar 18, 2021 21:56 Asia/Tehran
  • Li dijî xwediyê Xelata Nobelê ji aliyê dadweriya Tirkiyê ve lêpirsîna edlî dan destpêkirin

Dadweriya Stenbolê bi heceta ku heqaret li damezrînerê Tirkiya nûjen kiriye, lêpirsîn li xwediyê xelata Nobelê ya Tor û Wêjeyê kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, Orhan Pamuk bi hinceta heqaret li Mustafa Kemal Ataturk (1825-1925) damezrînerê Tirkiya nûjen kiriye, hat tawanbarkirin.

Tinazên xwe bi ala welat di romana dawî ya Pamuk de jî sûcdariyeke din a li dijî wî ye.

Xelata Nobelê di romana xwe ya bi navê "Şevên Belayê(Mergiyê)" de ku di meha Adarê ya îsal de derketibû de, giraveke xeyalî ya di dema desthilatdariya Osmaniyan de weke mijara çîroka xwe bi kar tîne.

Parêzerê bi navê Tarkan Ulk doz vekir. Dadgehê di destpêkê de îdiayên li ser Pamuk bêbingeh dan zanîn û red kir, lê nerazîbûna Tarkan Ulk a li dijî biryara dadgehê, doz ji nû ve vekir.

Pamuk berî ku di sala 2006'an de ji bo Xelata Nobelê ya Tor û Wêjeyê were namzetkirin jî ji ber tevkujiya Ermenî û Kurdan di sala 1915'an de xiste rojevê, bi tometbariya heqareta li neteweya Tirk hat darizandin, lê ew beraet bû 

Serepeyv