Sekreterê Giştî yê Partîya Vatan a Tirkîyê: Serdar Silêmanî yê hemî merivantîyê ye
Sekreterê Giştî yê Partîya Vatan a Tirkîyê got: Serdar şehîd Silêmanî ku gellekî lehengane himberî emperyalîsma Amerîkayê û Rejîma Sîyonîst sekinî, netenê yê Îranê, belkî ustûreyek ji bo hemî welatên rojavaya Asyayê u hemî merivantîyê ye.
Ozgur Bûrsali di merasima bibîranîna serdar şehîd Qasim Silêmanî da ku li Moskowê hat lidarxistin, got: General Qasim Silêmanî mîraseke gellekî mezin ji bo me hîşt; ew di dilê me da ye u em ê rêya wî bidomînin. Wî herwiha got ku encama kiryarên hovane yên Rejîma Sîyonîst li Filistînê, têkçûna vê rejîmê ye û dîyar kir: Em dê hertim şehîdên filistînî ji wan Ismayîl Hwnîye u Yehya Sinwar bi bîr bînin.
Bûrsali herwiha got: Gelên Tirkîye, Îran, Ûrsêt u Filistînê ji bo têkoşîna himber emperyalîsm û sîyonîzmê di bereyeke hevgirtî u hevpar da ne.