Sekinandina gemîya hilgirê 4 milyon Lître ardûya qaçax li Kendava Farsê
Fermandetîya Bazineya Yekem a Hêza Deryayî ya Sipaha Pasdarên Şoreşa Islamî ragihand ku hêzên wê gemîyeke hilgirê 4 milyon Lître ardûya qaçax ku 16 personelên ne-îranî jî tê da bûn, li sînorên avî yên Îranê sekinandin.
General Xulamşahî Fermandeyê Bazineya Yekem a Hêza Deryayî ya Sipahê ragihand: Têkoşerên vê bazineya leşkerî di encama operasyoneke deqîq u bi serdestîya tam a di warê lêzanînê da, gemîyeke hilgirê 4 milyon Lître ardûya qaçax u 16 personelên ne-îranî yên tê da ku dil hebû ji sînorên deryayî yên Komara Islamî ya Îranê derkeve, sekinandin.
General Xulamşahî dîyar kir ku dosîya vê gemîyê ji bo hilkolandina zêdetir raberî dezgehên dadwerîyê hat kirin u got: Sekinîna teqil himber qaçaxçîyên ardûyê û parastina berjewendîyên netewî, yek ji ewlewîyetên sereke yên Hêza Deryayî ya Sipahê ye u her hewla ji bo binpêkirina qanûnê û veguhestina neqanûnî ya ardûyê ji sînorên deryayî yên Îranê pêrgî berteka lezgîn û vebirr dibe.