Şermezarkirina gotinên Kardînalê Kilîseya Katolîkan derbara asayîkirina peywendîyan tev Rejîma Sîyonîst da
Gotinên Kardînalê Kilîseya Katolîkan a Iraqê di Kilîseyeke Bexdayê derbara asayîkirina peywendîyan tev Rejîma Sîyonîst da bû sedema rexnekirinê ji hêla gel u rayedarên iraqî va.
Gotinên Luyîs Rafael Sako Kardînalê Kilîseya Katolîk li Iraqê di merasima şeva jidêbûna Hezretê Mesîh (S) da ku li Kilîseyeke Bexdayê basa qebûlkirina asayîkirina peywendîyan tev Rejîma Sîyonîst kir, pêrgî berte u şermezarkirina ciddî ya gel u rayedarên iraqî bûn.
Mihemed Şîya Sûdanî Serokwezîrê Iraqê tevî şermezarkirina gotinên Kardînalê Kilîseya Katolîkên vî welatî got: Iraq bi ti awayî asayîkirina peywendîyan tev Rejîma Sîyonîst ku warê filistînîyan zevt kirîye u rêza erdê û mêriv binpê kirîye, qebûl nake u peyva asayîkirin u sazişê ti cîyek di çanda Iraqê da tineye.
Seyîd Muqteda Sedir Rêberê Bereya Sedr a Iraqê jî tevî şermezarkirina gotinên Kardînalê Kilîseya Katolîkên Iraqê pêgirî kir: Asayîkirina peywendîyan tev Rejîma Sîyonîst, sûcek tê hesêb ku di destûra bingehîn a Iraqê da jê ra ceza hatîye kivşkirin.
Hesen Salim parlimanterê berê yê iraqî jî got: Luyîs Sako û her kesê ku basa asayîkirina peywendîyan tev Rejîma Sîyonîst dike u yan ser vê yekê razî ye, bila zimanê wî lal be û xwalî li deva be, ev mijara ji hêla şerîet u qanûnê va heram e û xîyaneta himber xwîna şehîdên iraqî tê hesêb.
Rîyan Kildanî Sekreterê Giştî yê Tevgera Babilîyonê (çiqa mesîhî ya Heşdi Şe`bîyê) jî tevî şermezarkirina her cure axavtina derbara asayîkirina peywendîyan tev Rejîma Sîyonîst da got: Em bi zelalî pêgirîyê dikin ku helwest an nêrîna di çarçova piştgirî u yan propaganda ji bo asayîkirina peywendîyan tev Rejîma Sîyonîst ne helwesta Mesîhîyên Iraqê û herwiha berovajî qanûna bingehîn a Iraqê ye. Îvan Fayiq Csbiro Wezîra Koçberîyê ya Iraqê jî her cure helwesta di çarçova banga ji bo asayîkirina peywendîyan tev Rejîma Sîyonîst da ber, bi tundî şermezar kir û pêgirî kir ku dewlet u gelê Iraqê ser helwesta xwe ya piştgirîya ji filistînîyan e û li gorî isûlên netewî û merivî u pabendbûna dîrokî dij dagirkerî û destdirêjkerîya Rejîma Sîyonîst in.