Valaderxistina koploya terorîstî ya DAIŞê li Tirkîyê
Kanûn 25, 2025 18:35 Asia/Tehran
Tirkîyê ragihand ku komploya terorîstî ya DAIŞê ji bo têkdan u xirabkarîya di cejna Kirîsmesê da vala derxist û 115 kes jî têkildarî vê yekê hatin girtin.
Rayedarên Tirkîyê ragihandin ku 115 gumanbarê hevkarîya bi DAIŞê re têkildarî plankarîya bo êrişa ser welatîyên nemisilman di dema cejna Kirîsmes u sala nû ya zayînî da li vî welatî hatine girtinê.
Li gorî agahîyan, Nivîsgeha Dozgerê Istenbolê jî 137 hikmên desteserkirinê ji bo ku terorîstên DAIŞê bike armanc, derxist.