Kanûn 25, 2025 18:15 Asia/Tehran

Çavkanîyên nûçeyan ragihandin ku êrişên Rejîma Sîyonîst ser başûr u rojhilata Libnanê didomin û di encama wan êrişana da 2 libnanî hatin şehîdkirin u çend kes jî hatin birîndarkirin.

Çavkanîyên nûçeyan ên libnanî ragihandin ku di encama êrişa Artêşa Rejîma Sîyonîst ser maşînekê da li cadeya bajarokê Hoş Seyîd Elîyê da li rojhilata Libnanê ku bi xwofirê pêk hat, 2 libnanî hatin şehîdkriin. Hêzên dagirker ên sîyonîst herwiha ketin bajarokê Keferkelayê û avahîyek teqandin. Ji hêla din va, di encama êrişeke hewayî da maşîneke rêwîhilgir li cadeya Hoş Seyîd Elîyê ser bi bajarê Hermelê li herêma Nesîrîyê ku ketye başûra Libnanê, bû armanc ku di encamê da çend welatîyên libnanî hatin birîndarkirin. Duh jî Rejîma Sîyonîst li derdora şarê Sûrê li başûra Libnanê bi xwofirrê êrişî maşînekê kir. Bilî vîya xwofirrên Rejîma Sîyonîst li esmanê herîkêm 20 bajarok u gundên ser sînor ên Libnanê hatin xûyanê ku ev yeka bû sedema dilnigeranbûna welatîyan. Di encama êrişa Rejîma Sîyonîst a bi xwofirran ser bajarokê Hewlayê da jî çend maşînên giran li navenda vî bajarokî tûşî zîyanê bûn. Artêşa Rejîma Sîyonîst herwiha gundê Lebone ku ketîye başûr-rojavaya Libnanê û sînorê vî welatî da ber topan. 

Elî Feyyaz parlimanterê Fraksyona Wefadarîya bo Berxwedanê li parlimana Libnanê jî tevî şermezarkirina binpêkirina agirbesê bi destê Rejîma Sîyonîst û êrişên vê rejîmê ser axa Libnanê, got: Yekem pêngav u ewlewîyet ji bo gelê Libnanê bidawîhatina dagirkerîya Rejîma Sîyonîst û sekinandina destdirêjkerîya vê rejîmê ser axa Libnanê ye.

Elî Feyyaz pêgirî ser mafê rewa yê libnanîyan ê berevanîya ji welatê xwe kir û got ku Rejîma Sîyonîst dijmineke dagirker u cinayetker e û gelê Libnanê hertim jê bêzar e. 

Serepeyv