Li Stenbolê lûtkeya "Konseya Tirkan" li dar ket
Li Girava Demokrasî û Azadiyê ya Stenbolê heştemîn lûtkeya "Encûmena Tirkan" a bi mazûvaniya Tirkiyê dest pê kir.
Di civîna bi sernavê "Di serdema dîjîtal de teknolojiyên kesk û bajarên jîr û hişmend" bi beşdariya Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev, Serokomarê Qazaxistanê Qasim Cemred Tokayev, Serokomarê Qirqîzistanê Sedir Cebarov, Serokomarê Uzbekistanê Şewket Mirziyayev, serokomarê Tirkmanistanê Qurbanqulî Berdî Mehmedov, Serokwezîrê Macaristanê Viktor Urban û Sekreterê Giştî yê vê encumenê Bexda Amrif hat lidarxistin. .
Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan herwiha hêviya xwe ji hebûna beşa Tirkên Qibrisê di konseyê de anî ziman û got ku divê welatên endamên Encumena Tirkan di warê bazirganiya bejayî, deryayî û hewayî de hevkariyê xurt bikin.