Tirkiyê swîqesta li canê serokwezîrê Iraqê şermezar kir
Mijdar 07, 2021 21:01 Asia/Tehran
Tirkiyê êrîşa terorîstî li ser mala Mistefa Kazimî serokwezîrê Iraqê li navçeya Kesk a Bexdayê bi dronên biçek şermezar kir.
Li gorî rapora TRTyê: Wezareta karên derve ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê ragihand: Em êrîşa terorîstî ya sibeha îro, 7ê Mijdarê bi doironên biçek li ser mala Mistefa Kazimî serokwezîrê Iraqê li Navçeya Kesk a Bexdayê bi tundî şermezar dikin û ji dewleta Iraqê dixwazin ku sebebkarên vê êrîşa tirsokî nas bike û wan radestî saziya dadweriyê bike.