Mijdar 07, 2021 17:33 Asia/Tehran
  • Wezîrê berevaniyê yê Tirkiyê serdana navçeya sînorî ya di gel Îranê kir

Wezîrê berevaniyê yê Tirkiyê û serokê erkantiya artêşa vî welatî îro bi armanca nirxandina tevdîrên sekinîna dijî koçberên neqanûnî serdana navçeya sînorî ya di gel Îranê kir.

Li gorî rapora Mehr Newsê, Xulûsî Akar,Wezîrê berevaniyê yê Tirkiyê hevrê di gel Yaşar Guler serokê erkantiya artêşa vî welatî roja Yekşemiyê tevî çûyîna bo parêzgeha Wanê, serdana sînorê Îranê kir.

Fermandarên hêzên bejayî, deryayî û asimanî yên Tirkiyê jî hevrêtiya Akar û Guler di vê serdanê da kir.

Ev kes tevî serdana yekîneyên sînorî, dê li fermandetiya tîpa 6an a sînorî jî amade bibin.

 

 

Serepeyv