Mijdar 06, 2021 21:31 Asia/Tehran
  • Erdogan: Me ji bo Kurdî gavên çareseriyê avêtin

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan li Êliha Kurdistana Tirkiyê ragihadn ku “Me welatê xwe û gelê herêmê ji êrîşa çekdarî ya PKKê rizgar kir, hêvîdar im em dê ji êrîşa siyasî ya HDPê ya ku xembilê vê rêxistinê ye jî rizgar bikin.”

Serokomarê Tirkiyê îro Şemiyê 6ê Mijdara 2021ê li Êlihê di merasima vekirina bi komî ya Nexweşxana Perwerde û Lêkolînê, 36 kargeh û Stadyûma Bajêr û projeyên din ên ku hatine temamkirin de axivî.

Derbarê  Bendava Ilisuyê ku li navçeya dîrokî ya Heskîfê ya wê parêzgehê hatibû vekirin û di encam de beşeke zêde ya bermayiyên dîrokî yên navçeyê di bin avê de mabûn Erdogan got: “Ev bendava ku li ser Çemê Dîcleyê hatiye avakirin dê bi tesîsên avdanê bereketê li ser axa Êlih, Amed, Mêrdîn, Sêrt û Şirnexê  belav bike.”

Erdogan behsa pêngavên hikûmeta xwe yên di derbarê Kurdan de kir û îdia kir: “Welatên Rojava ji me re çi digot; ‘Şoreşeke bê deng kirin.’ Ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên sedsalî, bi taybetî jî ji bo serbestkirina axaftin, stran, xwendin û nivîsandina bi kurdî me gav avêtin.”

Erdogan amaje bi wê yekê kir ku wan demokrasî û edalet aniye Tirkiyê û başûrê rojhilatê Tirkiyê û îdia kir: “Me hemû qanûn û hemû feraset, ji destûra bingehîn bigire heta qanûn, veguherand li ser bingeha maf û edalet. Çawa ku me li seranserê welêt olîgarşiya burokratîk şikand, me wesayeta rêxistina terorê jî bi xwîn û zilmê ya li ser gelê xwe perçe perçe kir. Me 81 parêzgehên welatê xwe hem ji aliyê binesaziyê û hem jî ji aliyê demokrasiyê ve kir wek hev.”

Serokomarê Tirkiyê herwiha got: “Me welatê xwe û gelê herêmê ji êrîşa çekdarî ya PKKê rizgar kir, hêvîdar im em dê ji êrîşa siyasî ya HDPê ya ku xembilê vê rêxistinê ye jî rizgar bikin.”

Derbarê “proseya çareseriyê” Erdogan got: “Ew proseya ji dil ku me hemû rîsk li ber çavan girtibûn û me guh nedabû her cûre rexneyan bi hilbijartina çek û xwînrijadniana rêxistina terorî bê encam ma.”

Ev Îdiayên Erdogan derbarê çareseriya pirsa kurd di rewşekê de ye ku di dema deshilata wî êrişên nijadperestî ser kurdan û êrişa hikûmetê ser partiya piştgirê mafê kurdan HDPê her diçe zêde dibin. 

Serepeyv