Erdogan li ser civîna Biden: Me ji ber piştevaniya YPGê xemgîniya xwe anî ziman
Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan derbarê civîna li gel Serokê Amerîkayê Joe Biden de ragihand ku wî ji ber piştevaniya Amerîkayê ya ji bo hêzên Kurdî, xemgîniya xwe anî ziman û hêviya xwe jî derbirî ku qonaxa nû cuda bibe.
Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan duh di çarçova Lûtkeya G20 de li Romaya paytexta Îtalyayê civiyan û rewşa Sûriyê ji mijarên sereke yên civînê bûn.
Serokomarê Tirkiyê derbarê naveroka civînê de axivî û careke din daxwaza xwe anî ziman ku Amerîka piştevaniya xwe ya ji bo Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) qût bike.
Erdogan “PKK, YPG û PYD” wek rêxistinên terorîst binav kirin û li ser alîkariya Amerîkayê ya ji bo hêzên Kurdî li bakur û rojhilatê Sûriyê got: “Me xemgîniya xwe wek endamekî NATOyê gihand Biden. Me got ev gav hevkariya me têk didin. Me di mijara berdewambûna pêwendiyên wezîrê derve yên her du aliyan û di vê çarçoveyê de pêwendiyên wezîrên berevaniyê jî anî ziman.”
Serokomarê Tirkiyê hêviya xwe jî derbirî ku “pêvajoya heta îro, bi vî awayî berdewam neke.”
Herwiha Erdogan behsa pêkanîna mekanîzmayeke hevbeş a di navbera Tirkiye û Amerîkayê de kir û got, “taybetî di warê pêwendiyên aborî de me pêwîstiya hevdîtinên zêde di navbera wezaretên xezîne û wezaretên derve de anî ziman. Hevdîtina me bi Biden re sînordar bû.”
Serokomarê Tirkiyê amaje bi krîza ji ber S-400an jî kir û got, “Di hevdîtinê de 1 milyar û 400 milyon dolarên ku me ji ber F-35an dabûn hate rojevê û em li ser wê sekînin da ku çawa bikaribin vê pêvajoyê bibin qonaxeke pêş. F-16 zêdetir hatin rojevê. Em li ser modernîzasyona yên di destê me de û kirîna F-16yên nû sekinîn. Wezîrên me yên berevaniyê pêvajoyê dişopînin. Min nêzîkbûna Biden erênî dît.”