Cotmeh 28, 2021 13:24 Asia/Tehran
  • Rûsya derbarê şandina dronan bo Ukraynayê hişyarî da Tirkiyê

Berdevkê Kremlinê hişyarî da Tirkiyê li hember radestkirina dronan (firokeyên bê firokevan) bo Ukraynayê.

Berdevkê Kremlînê Dimitrî Peskov, nûçeyên derbarê bikaranîna firokeyên bêfirokevan ên ji corê Bayraktar ên Tirkiyê de ji aliyê hikûmeta Ukraynayê ve nirxandin û got: “Nîgeraniyên me yên bêaramtiyê rast derketin.”

Nakokiyên Tirkiye û Rûsyayê li ser firotina dronên pêşketî yên Tirkiyê bo Ukraynayê berdewam in. Kremlînê hişyarî da Enqerê û got: “Ev pêngava han rewşa li rojhilatê Ukraynayê aloz dike.”

Artêşa Ukraynayê roja Sêşemê li Donbasê dîmenê topeke cudaxwazên alîgirê Rûsyayê belav kir ku droneke ji corê Bayraktar lê dide. Li gor Ajansa Fermî ya Tirkiyê, di daxuyaniya peywendîdar de hatibû gotin ku, “ji bo cudaxwazan neçarî agirbestê bikin, yekem car e dron hatiye bikaranîn.”

Derbarê mijarê de Berdevkê Kremlînê Dimitri Peskov got: “Nîgeraniyên me yên derbarê firotina firokeyên bêfirokevan de ji aliyê Tirkiyê ve bo Ukraynayê rast derketin. Rîska wê yekê heye ku Dronên Tirkiyê rewşa li rojhilatê Ukraynayê aloz bikin.”

Tirkiye ji ber têkiliyên xwe yên bi Tatarên Kirimê re, di mijara zêdebûna nîvgirava Kirîmê ser Rûsyayê de, pişta Ukraynayê digire û serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan di gotara xwe ya li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya îsal de hakimiyeta ser Kirîmê mafê Ukraynayê da zanîn.

Serepeyv