Cotmeh 25, 2021 20:06 Asia/Tehran
  • Balyozên pênc welatan di serî de balyozê Amerîkayê ji daxwaza azadkirina Kavala dev berdan

Balyozxanên Amerîka, Kanada, Holanda, Fînland û Norwecê yên li Tirkiyê ji daxuyaniya xwe ya ji bo azadkirina Osman Kavala paş de gav avêtin û ragihandin ku ew pabendî  maddeya 41 ya Peymannama Viyenayê ne ku ew madde taybet e bi rêzgirtina li qanûnên welatan. Erdogan ji ber daxwaza azadkirina Kavala, fermana dersînorkirina balyozên 10 welatan dabû.

Balyozxanên 10 welatan ku berî niha bi daxuyaniyeke hevbeş daxwaza azadkirina karsaz û çalakvan Osman Kavala kiribûn, îro bi daxuyaniyên li pey hev, ji wê daxuyaniya ku bûbû sedema krîzê paş de gav avêtin û tekez kirin ku ew destwerdanê di karûbarên navxwe yên welatan de nakin.

Daxuyaniya yekem îro ji aliyê Balyozxana Amerîkayê ve hat belavkirin ku tê de amaje bi daxuyaniya 18ê Cotmehê hat kirin û hat gotin, Amerîka “pabendî maddeya 41 a Peymannama Viyenayê ye ku taybet e bi peywendiyên dîplomatîk.”

Piştî vê daxuyaniyê, balyozxanên Kanada û Holandayê jî heman peyam li ser hejmarên xwe yên Twitterê belav kirin û balyozxanên Fînland û Norwecê jî peyama Balyozxana Amerîkayê belav kirin.

Roja 18ê Cotmehê balyozxanên Amerîka, Kanada, Fransa, Fînland, Denmark, Almanya, Holanda, New Zealand, Norwec û Swêdê bi daxuyaniyeke hevbeş daxwaza azadkirina karsaz û çalakvan Osman Kavala kiribûn.

Serepeyv