Cotmeh 25, 2021 19:55 Asia/Tehran
  • Kabîneya hikûmeta Tirkiyê îro mijara 10 balyozan gotûbêj kir

Kabîneya hikûmeta Tirkiyê îro Duşemê dicive, yek ji mijarên serekî yên civînê jî meseleya balyozên wan deh welatan e ku di çend rojên derbasbûyî de daxwaz ji hikûmeta Tirkiyê kirin ku bazirgan û çalakvanê Tirkiyeyî Osman Kavala azad bike.

Civîn îro Duşemê 25ê Cotmeha 2021ê saet 15:00ê piştî nîvro bi serokatiya Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan destpê kir.

Ji xeynî mijara balyozên wan 10 welatan ku roja Şemiyê  Erdogan gef li wan xwar û ew wek `Kesên Nexwestî` binav kirin, mijarên wek belavbûna vîrûsa Covid-19 û rûbirûbûna terorê jî tên gotûbêjkirin.

Tê çaverêkirin ku piştî civîn bi dawî bibe, Serokomarê Tirkiyê  di civîneke çapemeniyê de biryarên di civînê de hatine wergirtin rabighîne.

Serepeyv