Cotmeh 25, 2021 17:02 Asia/Tehran
  • HDP: Ger 10 balyoz bên dersînorkirin, Tirkiye dê îzole bibe

HDP'ê di derbarê biryara dersînorkirina 10 balyozan de daxuyaniyek da û diyar kir ku eger 10 balyoz bên dersînorkirin, Tirkiye dê îzole bibe û hikûmet bi vê pêngavê krîzên sûnî ava kirine.

Bi îmzeyên Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, di derbarê hewldana dersînorkirina 10 balyozên welatên rojavayî ku banga azadkirina Osman Kavala kiribûn daxuyaniyeke nivîskî belav kirin.

HDP di daxuyaniya xwe de bal kişande ser wê yekê ku Tirkiye dê bi vê pêngavê îzole bibe û ji Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan xwestiye ku astengiyên siyasî yên li pêşiya pêkanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) rake.

HDPê herwiha di daxuyaniya xwe de diyar kir: Banga Erdogan a îlankirina balyozên Amerîka, Keneda, Fransa, Finlanda, Danmark, Almanya, Holanda, New Zealand, Norwec û Swêdê yên li Enqerê wek “Mirvovên Nexwestî” ji xeynî îzolekirina Tirkiyê di qada navneteweyî de, dê bibe sedema pevçûnên nehewce û hilweşîna aborî.

HDP îdiaya parastina serxwebûn û bêalîbûna darazê li Tirkiyê ji aliyê Rejîmê nerast dizane û dibêje bi caran serokomar û hikûmeta wî ev serxwebûn û bêalîbûn xistiye bin lingên xwe û destûr û telîmatên xwe lê dîkte dike.

HDPê li pareke din a Daxuyaniya xwe de dibêje:Rejîm bi çêkirina krîzên sûnî hewl dide ji xitimîna ku ketiye nav derbikeve. Pêngava ku amade dike dê welat ber bi xitimandinên nû ve bibe û gelên me yên ku roj bi roj feqîrtir dibin dê berdêla qeyranên darayî û aborî yên ku dê girantir bibin û daketina nirxê lîreyê tirk bidin. 

Serepeyv