Piştî ku Rûsya, bi biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji endamtiyê hat derxistin, Tirkiye ku di serlêdanên Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê (DMME) de di rêza duyem de bû, bû welatê yekemîn.
HDP'ê di derbarê biryara dersînorkirina 10 balyozan de daxuyaniyek da û diyar kir ku eger 10 balyoz bên dersînorkirin, Tirkiye dê îzole bibe û hikûmet bi vê pêngavê krîzên sûnî ava kirine.
Ermenîstanê ji ber şerê Nagorno-Qerebaxê li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) doz li dijî Tirkiyê vekir. Hikûmeta Ermenîstanê roja Sêşemê 18ê Gulana 2021ê ji ber hevkarîkirina Tirkiyê bi Komara Azerbaycanê re di şerê Nagorno-Qerebaxê de li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê doz dijî Tirkiyê vekir.
Ji bo biryara Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê (DMME) bê bicihanîn û hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş bê berdan, 23 baroyên Tirkiyê daxuyaniyeke hevbeş belav kirin.