Cotmeh 24, 2021 15:33 Asia/Tehran
  • Opozisyonê biryara  Erdogan a derbarê ‘10 balyozan’  protesto kir

Li navxwe û derveyî Tirkiyê karvedanên li ser helwesta Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan li beramber balyozên 10 welatan di mijara azadkirina Osman Kavala de berdewam in.

Serokomarê Tirkiyê Erdogan roja Şemiyê gef li wan balyozan xwar û ew wek “Kesên Nexwestî” binav kirin.

Erdogan got: “Ji wî alî radibin û rûdinên Kavala, Kavala, Kavala, Kavala! Ew Kavalayê behs dikin şaxa Tirkiyê ya Soros e. 10 balyoz ji ber wî serdana Wezareta Derve dikin. Ev çi bê nerîtiyek e? Hun vê derê bi çi dizanin? Evder Tirkiye ye Tirkiye. Evder wek we fam kiriye ne welatekî hozî ye. Evder Tirkiyeya bi nav û deng e. Hun li vê derê nikarin biçin Wezareta Derve û şîretan li me bikin. Min jî rênmayiyên pêwîst dan Wezareta Derve. Min got ka divê çi bike. Min got heta zû ye wan wek “Kesên Nexwestî” rabighînin. Ew divê Tirkiyê binasin û jê fam bikin. Wê roja Tirkiye fam nekirin, divê biçin.”

Partiyên opozisyonê bi tundî rexneyê li vê helwesta Erdogan digrin. Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di Twittekê de nivîsiye: “Ew kes vî welatî ber bi kendal ve dibe. Vê carê jî ferman daye wan 10 balyozan wek `Kesên Nexwestî` binav bikin. Vekirî dibêjim, sedema vê tevgerê ne parastina berjewendiyên niştimanî ye, lê çêkirina hincetên çêkirî ye bo ekonomiya ku wêran kiriye. Bizîvire û li sifreya gel binêre!.”

Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu jî vê bûyerê wek mezintirîn krîza dîplomatîk di dîroka Tirkiyê de binav dike û di Twittekê de nivîsiye: “Binavkirina wan 10 balyozan wek `Kesên Nexwestî` ne peywendî bi Osman Kavala û ne jî serbixweyiya desthilata dadwerî ve heye. Eger wiha bûya Keşe Bronson bi telefoneke Trump û Deniz Yucel li ser daxwaza Merkel nedihatin azadkirin.”

Di çend rojên derbasbûyî de balyozên 10 welatan li Enqerê daxwaz ji hikûmeta Tirkiyê kirin wê biryarê cîbicîh bike ku ji aliyê Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê hatiye dayîn bo azadkirina bazirgan û çalakvanê Tirkiyê Osman Kavala. Osman Kavala nêzîkî 4 sal e bi tohmeta sponsorîkirina xwepêşanderên bûyerên Parka Gezî û hewla darbeya 15ê Tîrmeha 2016ê di girtîgehê de ye, lê heta niha ti tohmetek li ser nehatiye îspatkirin.

Serepeyv