Berteka Enqwerê li hemberî danîna Tirkiyê nav di Lîsteya Gewr a FATF'ê da
Cotmeh 22, 2021 12:11 Asia/Tehran
Koma Pêngavrakirina Aborî (FATF) Tirkiye danî nav Lîsteya Gewr.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Wezareta karên derve ya Tirkiyê, biryara Koma Pêngavrakirina Aborî (FATF) ji bo xistina vî welatî bin çavdêriyê ji ber qusûriya di warê têkoşîna dijî Diravşûştinê û piştevaniya aborî ji terorîsmê wek 'Biryareke ne-dadmendane' da zanîn.
Koma Pêngavrakirina Aborî (FATF) roja Pêncşemiyê welatên Tirkiye, Urdin û Maliyê ji ber qusûriya di warê têkoşîna dijî Diravşûştinê û piştevaniya aborî ji terorîsmê danîn nav Lîsteya xwe ya Gewr.