Cotmeh 16, 2021 22:35 Asia/Tehran
  • Civîna çapemeniyê ya hevbeş a Erdogan û Merkel li Tirkiyê

Seroka wezîran a Almanyayê Angele Merke ragihand ku di mijara “koçberiya bêdestûr” de alîkariya ku Yekîtiya Ewropayê bide Tirkiyê wê bidome.

Seroka wezîran a Almanyayê Angela Merkel û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan piştî hevdîtina li Qesra Huberê di civîna çapemeniyê ya hevbeş de axivîn.

Der barê koçberiya bêdestûr de Merkel got: “Min destnîşan kir ku di vê mijarê de alîkariya ku wê Yekîtiya Ewropayê bide Tirkiyê dê bidome.”

Merkel diyar kir dixwazin rê li ber qaçaxcîtiya însanan bigirin û got ku divê Yekîtiya Ewropayê di vê mijarê da piştevaniya Tirkiyê bike..

Merkel herwiha destnîşan kir di navbera Tirkiye û Almanyayê da her gav berjewendiyên wan ên hevbeş hebûne û got ku dê hikûmeta federal a bê jî wiha li mijarê binihêre.

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan jî di vê press konferansê da got “Ez hêvî dikim ku xebatên serkeftî yên ku me birêz Merkelê re meşandin di dema hikûmeta nû de jî bi heman awayî berdewam bikin. Eger hikûmetên hevpeymanî nebûna, dê pêwendiyên Almanya û Tirkiyê bigihîştana asteke hêj cudatir. Hikûmetên hevpeymanî her gav xebatan zehmet dikin."

Erdogan destnîşan kir bi Merkelê ra di hevdîtina îro de pêwendiyên xwe yên dualî hemû meselên di rojeva xwe de bi berfirehî gotûbêj kirine û got ku ew bawer dikin ku birêz şansolyeyê ji niha û pê de jî dê feydeyeke mezin bide dostaniya Tirk-Almanan.

Serokomarê Tirkiyê diyar kir civaka Tirkan a li Almanyayê hêla civakî ya pêwendiyên wan destnîşan dikin û dewlemendiya wan ya hevbeş e û wiha got: “Mixabin nijadperestî û dijberiya Îslam û biyaniyan li Ewropayê hêj pirsgirêka sereke ya civaka Tirkên li Ewropayê ye."

Erdogan destnîşan kir bi Almanya re dixwazin qebareya bazigrganiya xwe derxin 50 milyar dolarî.

Serepeyv