Xwenîşandana mezin a welatiyên yemenî li Seidê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i359038-xwenîşandana_mezin_a_welatiyên_yemenî_li_seidê
Xelkê Yemenê li dû giranbûna êrişên hevalbendiya amerîkî û siûdî ser axa vî welatî, li bajarê Seidê xwenîşandaneke pircoş li dar xistin.
(last modified 2026-07-17T15:01:04+00:00 )
Tîrmeh 17, 2026 18:14 Asia/Tehran
  • Xwenîşandana mezin a welatiyên yemenî li Seidê

Xelkê Yemenê li dû giranbûna êrişên hevalbendiya amerîkî û siûdî ser axa vî welatî, li bajarê Seidê xwenîşandaneke pircoş li dar xistin.


Xwenîşanderên yemenî xwenîşandana îro bi dirûşma Îniya Pêhişyariyê û Seferberî destpê kirin û li ser sekinîna li hember dijminê destdirêjkir pêgîrî kirin. Yemenî bi ragihandina piştgîriya ji hêzên çekdar ên welatê xwe daxwaza berdewambûna hewldanên ji bo ji holêrakirina dorpêça Yemenê kirin. Roja Duşemiyê Erebistanê bi 6 êrişên hewayî balafirgeha Senayê kire hedef û her du bandên balafirgehê rûxand ta ku pêşiya şikesta dorpêça ser Yemenê bê girtin lê balafira îranî yên hilgira taxima yemenî li balafirgeha Hudeydeyê ku 11 salan berî nika hatibû girêdan, bi saxlemî rûnişt û bû destpêkek ji bo şikestina dorpêça Yemenê.