Êrişa dubare ya mûşekî ser pêgehên Kurdên cidatîxwez li bakûrê Iraqê
Tîrmeh 17, 2026 16:18 Asia/Tehran
Çavkaniyên nûçeyan basa êrişa bi mûşekan ser pêgeha komên terorîst ên ser navê Komele li navçeya Sordaşê li parêzgeha Silêmaniyê li Herêma Kurdistana Iraqê kirin.
Pêgeha vê komê li Silêmaniyê kete ber 6 mûşekan ku di encamê de çend endamên vê komê hatin kuştin. Berî nika çavkaniyên nûçeyan basa êrişa bi mûşekan ser pêgeha hêzên Kurd ên cidatîxwez ên dijî Komara Îslamiya Îranê li navçeya Zergoyzele ser sînorên parêzgeha Silêmaniyê kiribûn ku di encama vê êrişê de 9 endamên vê komê hatine kuştin.