Wezareta derve ya Amerîkayê derbarê gefên Tirkiyê yên li ser kurdên Sûriyê daxuyanî da
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê gefên Tirkiyê yên li ser herêmên kurdên Sûriyê daxuyanî da û ragihand ku divê Tirkiye û HSD rêz li agirbestê bigirin.
Roja 10ê vê mehê di encama êrişeke mûşekî de bo ser herêma Ezazê 2 polîsên hêzên taybet ên Tirkiyê hatin kuştin û hikûmeta Tirkiyê îddîa dike ku ew mûşek ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve ji Til Rifetê hatiye avêtin.
Enqere dibêje, ew êrîş ji aliyê şervanên YPGê, ji navçeya Til Rifatê ve hatiye encam dan û berpirsên Tirkiyê gefên destpêkirina êrişeke nû bo ser herêmên kurdên Sûriyê dixwin.
Roja Dûşemmê 11ê Cotmeha 2021an jî çend mûşek li bajarokê Karkamiş yê Tirkiyê ketin xwar û berpirsên Tirkiyê radigehînin ku ew mûşek ji Til Rifatê ve hatine avêtin.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price li ser van dawîn pêşhatan û gefên Tirkiyê got: “Helwesta me gelek eşkere bû û em ew êrîşên ku li ser sînor li dijî hevpeymana me ya NATOyê Tirkiyê hatine encam dan şermazar dikin. Me xemgîniya xwe bo malbat û kesûkarên ku di wê êrîşê de hatine kuştin anî ziman.”
Di vî halî de Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser vê yekê dibêje, “Me tekezî li girîngiya parastina agirbestê û hêlên agirbestê û rawestandina wan êrîşan kiriye. Em derbarê vê yekê de gelek zelal û eşkere bûn.”
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan duh piştî nimeja Înê careke din gefa destpêkirina operesyonekê nû bo ser herêmên kurdî li Sûriyê û navçeyên din yên li bin desthilata wan xwar û got, “Têkoşîna me dê ji niha şûnde bi awayek cuda berdewam bike. Emê ji bo têkoşîna li dijî van rêxistinên terorî, hêzên Amerîkayê yên li wir naskirî û hêzên rejîmê çi pêwîst be bikin. Em li ser vê yekê bi biryar in."