Cotmeh 13, 2021 09:27 Asia/Tehran
  • Kiliçdaroglu: Li ser navê 83 milyon kesî dadê dixwazim

Serokê Partiya Gel a Komarê (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ragihand ku mirovên bê sûc bi hestên tolhildanê di girtigehan de tên hêştin û got ew li ser navê 83 milyon kesî li Tirkiyê dadê dixwaze.

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu roja Sêşemê 12ê Cotmeha 2021ê li Parlamenta Tirkiyê di civîna gruba partiya xwe de axivî û bal kişand ser girtîbûna Osman Kavala û hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş.

 Kiliçdaroglu di axaftina xwe de amaje bi wê yekê kir ku ew terorê wek tawanekî mirovî dibîne û got qetlîama Enqerê ku 102 kes hatibûn kuştin wek birînekê dilê wan de maye.

Kiliçdaroglu herwiha diyar kir ku divê bi hevre li dijî terorê derkevin, lê mirovên bê sûc jî di girtîgehan de nemînin û li Tirkiyê dadê dixwazin.

Serokê Giştî yê CHPê  herwiha got: “Ez naxwazim mirovên bê sûc bi hestên tolhildanê di girtîgehan de bên girtin. Heyf e, gûneh e. Osman Kavala çima girtiye? Selahattin Demirtaş çima girtiye? Xwendekarên leşkerî çima girtîne? Parêzerên ku li dadê digerin çima girtîne? Pêwîstiya Tirkiyê bi paqijiya rê heye. Em dê dadê bînin Tirkiyê. Em dê dewletê bi hêrs û zikreşiyê birêve nebin. Eger kî jî bi hêrs û zikreşiyê dewlet birêve bibe dê rewşa îro derkeve holê. Kî silav nede, kî ligel min nebe, kî ji min re li çepikan nede, yên min rexne bike, bila biçe girtîgehê. Sîstemeke wiha nabe.”

Serepeyv