Cotmeh 07, 2021 20:18 Asia/Tehran
  • Li bakurê Sûriyê serbazekî Tirkiyê hat kuştin

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê kuştina serbazekî welatê xwe li navça operasyona Mertalê Firat li bakurê Sûriyê ragihand.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, roja Pêncşemê 7ê Cotmeha 2021ê di êrîşekê de ser hêzên Tirkiyê li navça operasyona qaşo Mertala Firat ku bi mûşek hatiye kirin serbazekî Tirkiyê hatiye kuştin. Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê dibêje, êrîş ji aliyê “terorîstan” ve hatiye, lê nediyar e behsa çi aliyekî dike.

Li gor agaiyan, li bakurê Sûriyê 113 xalên leşkerî yên gerok û cîgir ên Tirkiyê hene. Ew xal li pênc parêzgehan in û wiha hatine dabeşkirin, 55 li sînorê parêzgeha Helebê, 43 li Idlibê, 9 li Reqayê, 4 li Hesekê û 2 li Laziqiyê.

Artêşa Tirkiyê berê di çarçoveya rêkeftina Astanayê de 12 xalên çavdêriyê li Idlibê danîbûn, ew ji xeynî hezaran çekdarên grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê. Di dema borî de çendîn şer û pevçûn di navbera artêşa Sûriyê li aliyekî û artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê li aliyekî din çêbûne.

Serepeyv