Cotmeh 07, 2021 09:48 Asia/Tehran
  • Li parlamenta Tirkiyê sîstema ku Kurdî tê de nebû hat rakirin

Li parlamenta Tirkiyê Sîstema wergera rasterast ku ji bo parlamentaran hatibû danîn hat rakirin. Wekîla Serokê Fraksiyona HDPê Meral Daniş Beştaş dibêje ji bo ku zimanê Kurdî li wê sîstemê neyê zêdekirin biryara rakirina wê sîstemê hatiye dayîn, lê Wekîlê Serokê Parlamenta Tirkiyê jî îdia dike vê biryarê peywendî bi zimanê Kurdî ve nîne.

Di dema nû ya xebatê de li parlamenta Tirkiyê sîstema dijîtal ya wergera rasterast ji bo parlamenteran hatibû dabînkirin. Biryar bû li Parlamenta Tirkiyê di çarçoveya wê sîstemê de bi zimanên Fransî, Rûsî, Îngîlîzî û Erebî werger ji bo parlamenteran bihata kirin. Lê di vê sîstemê de jî cih bi zimanê Kurdî nehatibû dayîn û ev yek bûbû cihê nerazîbûn û rexneyan.

Bêyî ku ev sîstema wergera rasterast bê cîbîcikirin Wekîlê Serokê Parlamentê biryar da ku sîstem bê rakirin. Weke danîna sîstemê, rakirina wê jî karvedan li pey xwe anîn û HDPê, Kurdî wek `sedema betalkirina sîstemê` nîşan da.

Wekîla Serokê Fraksiyona Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş li parlamentê bertek nîşanî biryara serokê parlamentê da û got, “Min duh derbarê vê sîstemê de rexneya xwe anîbû ziman. Di sîstema nû de derfeta wergera rastrast hebû û 4 zimanên Erebî, Rûsî, Frensî û Îngilîzî hebûn û me gotibû çima di nav wan biijardeya de Kurdî nîne? Me îro dît ku ew bijarde ji sîstemê hatine rakirin. Em ji bo ku bi Kurdiya wê çênekin rakirina zimanên din watedar dibînin.”

Serepeyv