Tetbîqata leşkerî ya Tirkiye û Komara Azerbaycanê li Nexcewanê
Cotmeh 04, 2021 13:37 Asia/Tehran
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê qala lidarxistina tetbîqata leşkerî ya hevpar digel Komara Azerbaycanê li Nexcewanê kir.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Ev tetbîqata leşkerî bi navê "Biratiya Bênankokî" dê ji 5 heta 8ê Cotmeha 2021ê li navçeya Nexcewanê were lidarxistin.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand: Tirkiye weke berê li gorî xala "Du dewlet, miletek" dê di her rewşekê da li kêleka Komara Azerbaycanê raweste û armanca cihanîna vê tetbîqata leşkerî zêdekirina asta hevahengiya navbera hêzên bejahî yên artêşên du welatan e.
Du welatan bi armanca berfirehkirina hevkariyên leşkerî û bi mebesta zêdekirina şiyana operasiyona hevpar, planek bi navê "Tîpa Biratiyê" dest pê kiriye.