Meclisa Konseya Ewropayê: 'Dewleta Tirkiyê çeteyên sûrî şandin Komara Azerbêcanê'
Cotmeh 01, 2021 10:05 Asia/Tehran
Meclisa Parlamantê ya Konseya Ewropayê piştrast kir ku dewleta Tirkiyê sala borî çeteyên sûrî şandin Komara Azerbêcanê da ku beşdarî şerê li dijî Ermenistanê bibin.
Meclisa Parlamantê ya Konseya Ewropayê li ser malpera xwe eşkere kir ku dewleta Tirkiyê tundrewên ji Sûriyê şandine Komara Azerbêcanê da ku li kêleka artêşa Azerbêcanê şerê hêzên Ermenistanê bikin.
Meclisê destnîşan kir ku nîşaneyên metirsîdar hene ku Komara Azerbêdanê bi alîkariya dewleta Tirkiyê, çeteyên Sûriyê bi kar anîne.
Meclisa Parlamantê bang li Enqerê kir ku bi Dadgeha Ewropayê ya Mafên Mirovan re di gilînamên di vê derbarê de li dijî wê hatine rakirin, alîkar bibe.