Şêwirîna Tirkiye û Talibanê didome
Îlon 29, 2021 18:58 Asia/Tehran
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê ragihand ku têkiliyên vî elatî digel Talibanê di asta balyozan da didome.
Li gorî rapora malpera TRT'yê, Mewlûd Çawûşoxlû, Wezîrê karên derve yê Tirkiyê got: Enqere derbarê şandina alîkariyên mirovdostane, xwarek û dermên bi Talibanê ra dişêwire.
Çawûşoxlû tevî amajeya bi rewşa balefirgeha Kabulê, got: Rewşa vê balefirgehê nediyar e. Hin firrîn ber bi Kabulê va bi awayê çarter pêk tên, lê hîn rewşeke guncan jibo geştên rêkûpêk tuneye.
Koma Talibanê ji 15ê Tebaxa 2021ê va desthilata Efxanistanê girtiye destê xwe û roja 7ê Îlonê jî kabîneya xwe ya demkî ragihandiye.