Îlon 28, 2021 08:58 Asia/Tehran
  • Li gorî amara herî dawiyê ya Tirkiyê- 206 kesên din bi Koronayê mirin

Li Tirkiyê di heyama 24 saetên dawîn de 27 hezar û 188 berketiyên nû yên Koronayê hatine tomarkirin û 206 kes jî bi Koronayê mirine.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên rojane yên Koronayê li Tirkiyê belav kir.

Li gorî amaran di 24 saetên dawîn de 353 hezar û 324 testên Covid-19ê hatin kirin, encama testa 27 hezar û 188 kesan pozîtîf derketin, 206 kesan canê xwe ji dest dan. Hejmara başbûyan jî 25 hezar û 160 kes e.

Herwiha Wezareta Tendirustiya Tirkiyê diyar kiriye, 53 milyon û 556 hezar û 13 kesan heta niha dozek vaksînê wergirtine, 43 milyon û 813 hezar û 987 kesan doza duyem a vaksînê wergirtine û 10 milyon û 215 hezar û 617 kesan jî doza sêyem a vaksîna Covid-19 wergirtine.

Di çarçoveya Covid-19ê de heta îro li Tirkiyê bi giştî 108 milyon û 305 hezar û 902 derziyên dijî Koronayê hatine kirin. Di vaksînkirinê de parêzgeha Mugla li rojavayê Tirkiyê yekem û Rihaya kurdan di rêza dawî de ye.

Parêzgehên kurdnişîn li Tirkiyê bi giştî di rêzên dawî yên wergirtina vaksînê de cih girtine. Li dûv Rihayê, Mêrdîn, Bedlîs, Êlih, Mûş, Amed, Sêrt, Agirî, Çewlig û Şirnex cî dikirin.

Serepeyv