Îlon 25, 2021 18:35 Asia/Tehran
  •  Berfê serê Çiyayê Sîpanê xemiland

Li Çiyayê Sîpanê ser bi navçeya Elcewaza Bedlîsê berfa yekem a îsal bariya û xweza bi rengê spî xemilî.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Li herêma Serhedê ku ev çend roj in baran dibare doh 24ê Îlona 2021ê di demjimêrên êvarî de li serî çiyayên bilind berf bariya û dîmenên ciwan derketin holê.

Çiyayê Sîpanê di rêza çiyayên herî bilind de sêyemîn e û bilindahiya wê ji asta deryayê 4 hezar û 58 metre ye.

Herwiha li bajarên wek Qers, Wan, Erdexan, Erzerom û Erzînganê jî berfa yekem a îsal bariya.

Serepeyv