Îlon 25, 2021 18:31 Asia/Tehran
  •  Li Wanê ji ber barana zêde lehî rabû

Li parêzgeha Wanê ya Tirkiyê ji ber barana zêde li çend gundan lehî rabû û mal û dikanên xelkê di bin avê de man.

Li gorî rapora Rûdawê, Li gor agahiyan doh 24ê Îlona 2021ê di demjimêrên êvarê de baranê dest pê kir û heta serê sibeha 25ê Îlonê jî berdewam bû. Ev jî bû sedem ku li gundên Seyrantepe, Altintepe û Abdurahman Gazî yên ser bi navçeya Tûşbayê gelek mal û dikan di bin avê de bimînin û zerara madî çêbibe.

Piştî bûyerê hejmarek parlamenter, hevserok û hevşaredarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) serdana xelkê kirin û derbarê rewşê de zanyarî wergirtin. Parlamentera Wanê ya HDPê Muazzez Orhan diyar kir ku heta niha ne tîmên şaredariyê û ne jî hêzên Rêveberiya Karesat û Rewşa Awarte (AFAD) nehatine cihê lehiyê û got “Agahiya şaredariyê ji lehiyê jî nîne. Gelê me bo alîkariyê serdana şaredariyê kiriye lê ti encam wernegirtine. Zerareke zêde gehiştiye malên wan û hewl didin bi xwe birînên xwe bipêçin.”

Li Tirkiyê berî niha jî li gelek bajaran karesat bûyerên wiha çêbûbûn û şaredariyên ku hene li gelek cihan alîkarî nedabûn û li gelek cihan jî sozên alîkariyê hatibûn dayîn lê nehatibûn cîbicîhkirin.

 

Serepeyv